MEZLÛM EBDÎ: AMADEKARIYÊN SERDANA TIRKIYEYÊ BERDEWAM DIKIN

Kovan Hemîd 14/05/2026

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî dibêje, amadekariyên serdana Tirkiyeyê didomin û dibe ku ew di pêşerojê de bi Abdullah Ocalan re bicive.

Fermandarê Giştî yê HDSyê Mezlûm Ebdî tekez kir, pêvajoya yekkirina saziyên ewlehî û rêveberiyê bi Şamê re berdewam dike, lê hîn li ser çend mijaran li hev nekirine û danûstandin berdewam dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî, di hevpeyvînekê de bi  malpera Monitorê re got, ew amadekariyan dike ku serdana Tirkiyeyê bike û dibe ku ew bi rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re bicive.

Ebdî diyar kir, bi Tirkiyeyê re lihevkirinek ji bo vekirina deriyê Nisebînê çêbûye, lê ji ber bûyerek li Hesekê hatiye paşxistin û dê di demek nêzîk de were vekirin.

Ebdî got ku armanca sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bicihanîna xalên rêkeftina bi hikûmeta Şamê re ye, wekî ku Ebdî got, pêvajoya yekkirina hêz û saziyên leşkerî yên rêveberiya xweser bi saziyên hikûmetê re berdewam dike.

Mezlûm Ebdî tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê heta ku pêvajoya yekkirinê biqede û dûv re were hilweşandin bimînin.

Ebdî got, çend tîmên xebatê yên taybet hatine avakirin da ku pirsgirêkan yek bikin, li gorî rêkeftinê, hêzên ewlehiyê dê li deverên ku piraniya wan Kurd in bimînin, endamên wan dê bibin beşek ji saziyên dewletê, ku hejmara wan 15,000 endam e.

Li gorî Fermandarê giştî yê HSDyê, rêkeftin misoger dike ku karmendên rêveberiya xweser dê neyên ji kar derxistin û dê erkên xwe bidomînin û mûçeyên wan dê bi rêya wezaretên pispor ên Sûriyeyê, ku hejmara wan 50,000 karmend e, werin dayîn.

Li gorî Ebdî, çarenûsa hêzên parastina jinan hîn nehatiye diyarkirin, Şamê pêşniyar kiriye ku ew bi hêzên ewlehiyê re bibin yek ji ber nebûna qanûnek li ser beşdarbûna jinan di xizmeta leşkerî de, û danûstandin li ser heman mijarê berdewam dikin.

Fermandarê giştî yê HSDyê got hikûmeta Sûriyeyê 900 şervanên HSDyê berdane û wan jî 500 kes berdane. 500 girtiyên din jî li cem HSD’ê mane.

Derbarê daxuyaniyeke Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû Kurd bi pere şer dikin, Mezlûm Ebdî ragihand, agahiyên şaş bi Trump hatine dayîn, Ebdî ew yek red kir Kurd bi kirê hatibine girtin û tekez kir ku alîkariya darayî ya Amerîkayê ji bo şerê li dijî DAIŞê bûye.

Kovan Hemîd

14/05/2026