BARRACK: TRUMP AMADE YE KU BI HIKÛMETA NÛ YA IRAQÊ RE BIXEBITE

Kanal8 14/05/2026

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Iraqê Tom Barrack got: "Trump amade ye ku bi hikûmeta nû ya Iraqê re bixebite."

Barrack li ser hesabê xwe yê Xyê daxuyaniyek da û got: "Serok Trump û Marco Robio amade ne ku bi hikûmeta nû ya Iraqê re bixebitin."

Barrack got, "Em li benda ajandeyeke nû ne ku li gorî berjewendiyên me be."

Di dawiyê de wiha got: "Em hêvî dikin ku bi cîranên xwe re Iraqeke aram, serwer û aştiyane ava bikin."

Kanal8

14/05/2026