WEQFA MEZEPOTAMYAYÊ FERHENGA RASTNIVÎSÎNÊ WEŞAND
Kanal8 15/05/2026
Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezepotamyayê piştî xebateka heşt salan Ferhenga Rastnivîsînê amade kir û pêşkêşî xwendevanan kir.
Weqfê ev nûçeya bixêr di Roja Zimanê Kurdî de bi par ve kir. Li gorî daxuyanîyê, komê di nav heşt salan da 48 komxebat li dar xistine. Di van xebatan da ji 10.000î zêdetir bêjeyên Kurdî hatine standardkirin.
Weqfê diyar kir ku xebatên wan yên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Di demeka nêzîk de ferhengên yasa û perwerdeyê jî dê li malpera wan bên zêdekirin. Her wiha xebatên li ser ferhengên warên zimanî yên mîna tenduristî, folklor, aborî, huner û wêjeyê jî dewam dikin.
Hûn dikarin ji bo dîtina ferhengê serdana malpera fermî ya Weqfê bikin: www.ferhengkurdi.com
Kanal8
15/05/2026