KURDAN JI QEDEXEYÊ, ZIMANÊ XWE GIHANDIN DIBISTAN Û ZANÎNGEHAN

Nûrhat Hesen 15/05/2026

Li Rojavayê Kurdistanê ji piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, ziman gavên mezin avêtin, ji qedexekirina zimanê Kurdî, îro Kurdî li ser her zarî ye û berxwedaneke mezin ji bo Kurdiyê tê kirin.

Beriya krîza Sûriyeyê zimanê Kurdî li Sûriyeyê bi temamî qedexe bû, ne li dibistanê, ne li saziyên hikûmetê. Ti kesî nikaribû bi zimanê Kurdî biaxive, mirov dikarî tenê li malê bi Kurdî biaxiviya.

Lê piştî destpêbûna krîzê û destpêbûna şoreşa Rojavayê di 19 tîrmehê, Kurdan di her waran de xwe bipêşxist û bi taybet di warê ziman de, heya ku giha astekê ku Kurdan navê şoreşê kirin şoreşa zimên.

Li Efrînê heta bi Dêrika Hemo; zarok, ciwan û keçên Kurd, ew cara yekem bû ku zimanê xwe fêr bûn û geş bû ta giha asta ku yekem dibistan, peymangeh û zanîngehên bi zimanê Kurdî li Efrînê vebin û heta niha ew yek dewam dike.

Lê piştî Peymana 29ê Çileyê di navbera HSDyê û Hikûmeta Veguhêz de, zimanê Kurdî ket qonaxeke din û bi taybet bi biryarnameya 13an a ku Serokê Vehuhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri derxist.

Wezaretê Perwerdeyê ya Sûriyeyê jî ragihand, ew ê hefteyê du saetan ji bo waneyên zimanê Kurdî veqetîne.

Çavkaniyeke taybet ji KANAL8ê re jî ragihand, ku niha Wezareta Perwerdeyê bi rêya komîteyekê bernameya xwendinê (rêbaza dibistanê) ya zimanê Kurdî amade dike.

Niha jî gotûbêj di navbera HSDyê û Hikûmeta Veguhêz dewam dikin da ku li ser bernameyên xwendinê yên zimanê Kurdî li Hesekê, Qamişlo û Kobaniyê li hev bikin. Li gorî Peymana 29ê Çileyê, divê Şam bawernameyên xwendinê yên Rêveberiya Xweser nas bike.

Nûrhat Hesen

15/05/2026