CIWANEKÎ KURD LI TIL KOÇERÊ HATIBÛ REVANDIN, ÎRO KUŞTÎ HAT DÎTIN

Nûrhat Hesen 16/05/2026

Li navçeyên rojhilatê Hesekê yên ku ketine destê hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz welatî tên kutşin.
Ciwanê bi navê Celal Ehmed Berekat li gundewarên Til Koçerê piştî revandina wî bi rojekê, kuştî hat dîtin.

Ciwanê bi navê Celal Ehmed Berekat yê 25 salî ku bi navê Hesan tê naskirin, li gundewarên Til Koçerê kuştî hat dîtin.
Celal bi xwe Kurd e û ji gundê Beyandûrê yê Tirbespiyê ye, lê ji çend salan ve li bajarokê Til Koçerê bi cih bûye.

Li gorî agahiyên ku malbata Celal Berekat dane, dewriyeyek ku xwe wek Hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Veguhêz nîşan daye, derengiya şeva çarşema bihurî bi ser malê de girt û Celal revand.

Malbatê destnîşan kir, endamên dewriyeyê got, dê lêpirsînê bi Celal re bikin, pişt re dê wî bişînin malê.

Malbatê diyar kir, ji dema girtinê ve agahî ji Celal qut bibû û duh êvarê cenazeyê wî li gundê Derdara yê Til Koçerê li nav baxçeyekî hat dîtin.

Malbatê da zanîn, kurê wan Celal ev bi salan e li gundewarên Til Koçerê di çandiniyê de dixebite û di nava xelkên navçeyê de naskirî ye.

Cenazeyê Celal duh êvarê li gundê Beyandûrê yê Tirbespiyê hatibû veşartin. Malbatê xwest bûyer were lêpirsîn û berpirs werin eşkerakirin.

Ji aliyê xwe ve Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji KANAL8ê re ragihand ku di demên dawî de hejmarek ji bûyerên wiha li Hesekê rû dane û ew lêpirsînê di wan bûyeran de dikin.

Nûrhat Hesen

16/05/2026