RAPIRSÎ: BAWERIYA JI BO PÊVAJOYÊ LAWAZ E

Kanal8 19/05/2026

Encama rapirsiyê nîşan dide kêmtir ji çaryeka mirovan bawer dikin ku pêvajoya aştiyê dê bi ser bikeve û baweriya wan bi aliyên têkildar nîne.

Piraniya wan dibêjin ku pêşvebirina pêvajoyê berpirsiyariya hikûmet û parlementoya Tirkiyeyê ye.

Li gorî rapirsiya dawî ya li Tirkiyeyê hatiye kirin, dengên AK Partî û CHPyê nêzîkî hev bûne.

Li gorî rapirsiyeke ji aliyê Navenda Lêkolînên Samerê ve hatiye kirin, eger li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin, Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) dê ji sedî 32.3 û Partiya Gel a Komarî (CHP) jî ji sedî 31.9 dengan bi dest bixe.

Li gorî encamên hilbijartinê, DEM Partî dê %8.8, MHP %7.7 û ÎYÎ Partî  jî %5.5 dengan werbigire.

Di rapirsiyê de derbarê pêvajoya çekdanîna PKKyê û baweriya civakê jî wiha ye: Tenê ji sedî 21.8ê beşdaran bawer dikin ku pêvajo dê erênî be, lê ji sedî 26.5 dibêjin ku ew ê erênî nebe. Ev nîşan dide ku beşek girîng a civakê ji serkeftina pêvajoyê ne piştrast e.

Her wiha %22.9ê beşdaran dibêjin ku ew qet baweriya xwe bi pêvajoyê naynin, %23.2 baweriya xwe pê nakin, %25.9 baweriya xwe bi pêvajoyê kêm dikin, %16.8 baweriya xwe bi pêvajoyê tînin û tenê %7.4 baweriya xwe bi tevahî bi pêvajoyê tînin û %3.8 dibêjin ku tiştek wekî pêvajo tune ye.

Derbarê nêrîna raya giştî de li ser kesê ku berpirsiyarê pêşvebirina pêvajoyê ye, %40.7ê beşdaran hikûmet, %25.9 parlemento, %11.2 mûxalefet, %10.3 Abdullah Ocalan û %8.1 jî PKK wek berpirsiyar dibîne.

Ev nîşan dide ku xelk bawer dikin ku PKK û Ocalan gav avêtine û dem hatiye ku hikûmet û parlementoya Tirkiyeyê gav bavêjin.

Tiştê ku gumanên raya giştî li ser pêvajoyê nîşan dide, encama dawî ya rapirsiyê; %52.7ê beşdaran gotine ku aliyên pêvajoyê berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne, %16.6 gotine ku aliyan heta radeyekê berpirsiyariyên xwe bi cih anîne û tenê %26.9 bawer dikin ku aliyên pêvajoyê berpirsiyariyên xwe bi cih anîne.

Kanal8

19/05/2026