ÎBRAHÎM KALIN Û EHMED ŞERI CIVIYAN

Kanal8 20/05/2026

Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri li Şamê civiyan.

Serokê Dezgeha Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin duh li Şamê bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri re civiya.

Di civînê de pêşketinên li herêmê û hevkarî û hevrêziya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Serokê Îstixbarata Giştî ya Sûriyeyê Huseyîn Selame jî beşdarî civînê bûn.

Di daxuyaniyekê de ji Serokatiya Sûriyeyê wiha hat gotin: Di civînê de pêşketinên li herêmê û rêyên xurtkirina hevkarî û hevrêziya di navbera her du welatan de hatin nîqaşkirin.

Kanal8

20/05/2026