QALÎBAF: AMERÎKA DIXWAZE ŞEREKÎ NÛ LI DIJÎ ÎRANÊ BIDE DESTPÊKIRIN

Kanal8 20/05/2026

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf roja Çarşemê diyar kir ku "Amerîka dixwaze şerekî nû li dijî Îranê bide destpêkirin û ji me dixwaze ku xwe radest bikin."

Qalîbaf ku di dema hevdîtinên meha bihurî de li Îslamabadê bi Washingtonê re serokatiya şandeya welatê xwe kir, diyar kir ku "kirinên dijmin, hem eşkere û hem jî veşartî, nîşan didin ku tevî fişara aborî û siyasî, ew dev ji armancên xwe yên leşkerî bernedaye û hewl dide ku şerekî nû bide destpêkirin."

Di peyameke dengî de ku ji hêla medyaya Îranê ve hatiye weşandin, pê de çû û got ku "çavdêriya nêzîk a rewşa li Amerîkayê, egera ku ew hîn jî hêviya xweradestkitina neteweya Îranê dikin xurt dike" û tekez kir ku welatê wî "bersiveke xurt" ji bo her êrişeke nû ya potansiyel amade dike.

Kanal8

20/05/2026