HIKMET HECERÎ: HIKÛMETA NIHA LI ŞAMÊ HIKÛMETEKE TERORÎST E
Serokê rûhanî yê Durziyên Sûriyeyê Hikmet Hecerî got ku avakirina birêveberiya xweser a Siwêdayê, biryareke jêveneger e.
Hecerî di axaftineke xwe de li ser televîzyonekê anî zimên ku daxwazên Durziyan ne cihê nîqaşê ne û got, meşa ber bi pêkanîna mafê diyarkirina çarenûsê ve bi gavên yekane dewam dike.
Hecerî di serî de Hikûmet û gelê Îsraîlê, spasiya welat û rêxistinên ku piştgiriyê didin xweseriya Durziyan, kir.
Hecerî her wiha destnîşan kir dê mafên xwe bistînin û baştir dikarin karûbarên herêma xwe bi rê ve bibin û got, Hêzên desthilatdar wê nikaribin bi darê zorê û xapandinê biryarên xwe bisepînin.
Hikmet Hecerî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi "hikûmeta terorê" bi nav kir û xwest hikûmet ji ber tevahî sûc û binpêkirinên ku pêk anîne li gorî yasayên navneteweyî were darizandin.
Hecerî got, divê êrişkar werin neçarkirin ku çareseriya navneteweyî ya agirbesta Tîrmeha 2025an pêk bînin, revandiyan vegerînin û rewşa kesên bi darê zorê winda ne, were eşkerakirin û gund û bajarokên Durziyan werin rizgarkirin.
22/05/2026