WELATIYÊN REQAYÊ LI DIJÎ BIRYAREKE HIKÛMETÊ XWEPÊŞANDAN KIRIN
Nûrhat Hesen 22/05/2026
Bi sedan ji welatiyên Reqayê li dijî biryara hilweşandina malên wan derketin xwepêşandanê.
Li gorî agahiyan, parêzgarê Reqayê biryar daye tevahî malên li rojhilatê hêla Tirênê ya bajarê Reqayê hilweşîna bi behaneya ku ew zêdegav in û cihê lê hatiye avakirin milkê dewletê ye.
Agahî nîşan didin, dê li gorî wê biryarê malên nêzî 4 hezar malbat dê werin hilweşandin û heta niha ti
berpirsekî behsa qerebûkirina wan malbatan nekiriye.
Îro bi sedan ji xwediyên wan malan derketin xwepêşandanê û biryara parêzgar qebûl nekirine û xwestin parêzgar ji karê xwe were dûrxistin.
Nûrhat Hesen
22/05/2026