BARKÊŞEKE NÛ JI TIRKIYEYÊ BI RÊYA SÛRIYEYÊ DERBASÎ IRAQÊ BÛ

Kanal8 23/05/2026

Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyeyê ragihand ku barkêşeke nû ya transîtê ji Tirkiyeyê bo Iraqê ji deriyê sînor ê Tilkoçerê derbas bûye.

Desteyê li ser hesabê xwe ya Facebookê daxuyanî da û behsa mijara çûnûhatin û tevgera transîtê ya deriyê sînotî yê Rebîa-Tilkoçerû kir.

Desteyê wiha got: "Derbasbûna vê barkêşiyê beşek ji hewldanên berdewam e ji bo zêdekirina bazarganiya herêmî û vejandina rêyên veguhastina bejahî, ku beşdarî tevgera kelûpel û barhilgiran di navbera welatên herêmê de dibe û giringiya deriyê Tilkoçerê wekî navendeke giring ji bo veguhastina herêmî destnîşan dike."

Desteyê rave kir ku niha "bazarganiyeke çalak û zêde lê çêdibe, hem ji hêla kamyonên transîtê û danûstandina bazarganî ve, hem jî ji hêla trafîka rêwiyan ve, tevî proseyên rêziknameyî û xizmetê yên ku ji bo hêsankirina ketin û derketinê û lezandina danûstandinên gumrik û lojîstîkî hatine bicihkirin."

Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê tekez kir ku karmendên ku li derî dixebitin "hewldanên xwe didomînin da ku herikîna trafîkê ya bênavber misoger bikin û amadekariyên pêwîst ji bo pargîdaniyên veguhastinê, bazargan û rêwiyan peyda bikin, ku dê bandoreke erênî li ser vejandina çalakbûna aborî û veguhastinê li seranserê axa Sûriyeyê bike."

Kanal8

23/05/2026