MESRÛR BARZANÎ ÇÛYE BEXDAYÊ

Kanal8 23/05/2026

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sibehê tevî şandeyeke bilind a hikûmetê, ber bi Bexdayê ve çû.

Di daxuyaniyekê de, Hikûmeta Herêmê got ku di serdana xwe de, Barzanî dê rêzehevdîtinan bi Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamentoyê, Serokê Dadweran û çend berpirsên din ên payebilind û rêberên siyasî re bike.

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku nîqaş dê pêşketinên dawî yên li Iraq û herêmê, her wiha çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên çaresernebûyî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de li gorî destûrê û bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên civaka Iraqê garantî bike, vehewîne.

Kanal8

23/05/2026