ŞAREDARIYA EFRÎNÊ Û KOMPANYAYEKE ELEKTIRÎKÊ BACÊ LI SER WELATIYAN DISEPÎNIN

Nûrhat Hesen 23/05/2026

Şaredarî û Kompanyaya Sûrî-Tirkî ya Elektirîkê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bacê li ser welatiyan disepînin.

Çavkaniyekî ji Efrînê ji bo KANAL8ê ragihand, Kompanyaya Sûrî-Tirkî ya Elektirîkê STE li gorî biryara Nivîsgeha Cîbicîkar a Encûmena Efrînê bacên mehane yên biqasî 90 lîreyên Tirkiyê ango nêzî 2 dolaran, li ser welatiyan disepînin.

Li gorî agahiyan, kompanya di bin navê paqijiyê de bacê li ser welatiyan disepîne.

Di heman demê de, endamên şaredariya navçeya Recoyê mehane ji her malekê li gundên Recoyê bacên paqijiyê ku digihin 60 lîreyên Tikriyeyê distînin.

Di heman demê li bajarê Efrînê şaredarî bacên ku digihin 1500 lîreyên Tirkiyeyê ku dike nêzî 45 dolaran ji xwediyên dikanan distînin.

Ji sala 2018an Tirkiye ji welatê xwe elektirîkê bi rêya Kompaniyaya Sûrî-Tirkî ya Elektirîkê dide Efrînê.

Nûrhat Hesen

23/05/2026