ÎRO LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HILBIJARTINÊN MECLISA GEL BIRÊVE ÇÛN
Li navçeyên Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ji bo caran yekem hilbijartinên Meclisa Gel ya Sûriyeyê birêve çûn.
Di wan hilbijartinan de 5 Kesên kurd hatin hilbijartin û gel wan jî 6 kesên Ereb hatin hilbijartin, tevî nerazîbûna gelek partiyên kurdî jî ew hilbijartin hatin lidarxistin. Biryar e di rojên pêş de Ehmed Şer’i 5 kesên din destnîşan bike.
Îro li navçeyên Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ji bo cara yekem ji 14 salan ve hilbijartinên Meclisa Gel ya Sûriyeyê birêve çûn û li wan navçeyan.
Li wan navçeyan tevî ku piraniya wan kurd in lê tenê 5 kes dê wan navçeyan di Meclisa Gel de temsîl bikin. Lê her wiha dê di rojên pêş de Serokê Qonaxa Veguhêz ya Sûriyeyê Ehmed Şer’i 5 kesên din li Hesekê û Qamişlo û kesekî din li Kobanê destnîşan bike.
Berê jî li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di 5 cotmeha sala 2025’an pêk hatibûn.
Di cotmeha bihurî de Hikûmeta Veguhêz destnîşan kiribû, ji ber sedemên ewlehiyê ew hilbijartinan li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk naynin, lê piştî şerê destpêka vê salê û pêşketina entegresyona HSDyê di nav dewletê de, rewş ji lidarxistina hilbijartinan guncaw bû.
Hilbijartinên Meclisa Gel li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê bi dawî hatin.
Li Dêrikê Ehmed Mûrad yê kurd û Elwan El Elî yê ereb hatin hilbijartin. Li Hesekê Fesla Yûsif ya kurd, Îbrahîm Mistefa El Elî yê ereb û Omer Îsa Hayis yê ereb hatin hilbijartin.
Li Kobaniyê jî Ferhad Enwer şahîn yê kurd û Şewax îbrahîm Essaf yê ereb hatin hilbijartin. LI Qamişloyê Kîm Hisên yê kurd, Rdiwan Sîdo yê kurd, Ebdulhelîm El Elî yê ereb û Mehmûd El Madî yê ereb hatin hilbijartin.
Di rewşa niha de dê 8 kes navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê û heta Efrînê di Meclisa Gel de tesmîl bikin.
Pêştir 24 partiyên kurd û di nav de partiya Yekîtiya Demokratîk PYDyê jî hebû, nerazîbûna xwe ji van hilbijartinan anîbûn ziman û biryara tevlênebûnê dabûn, li gorî wan partiyan kurd iji %20’ê xelkê Sûriyeyê temsîl dikin û divê ji 210 kursiyên Meclisa Gel 40 kursî yên kurdan bin.
24/05/2026