XWENDEKARÊN KOBANÎ DIXWAZIN EZMÛNÊN WAN LI KOBANÎ WERIN KIRIN

Kanal8 25/05/2026

Xwendekarên Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna ezmûnên xwe li Kobaniyê derketin xwepêşandanê û hewl dan derbasî avahiya Rêveberiya Kobanê bibin.

Xwendekarên qonaxên navîn û amadehî yên Kobanê li pêş avahiya Rêveberiya Kobanê derketin xwepêşandanê û xwestin ku ezmûnên wan li Kobanê bi xwe werin pêk anîn.

Berê parêzgeha Helebê biryar dabû ezmûnên xwendekarên Kobanê yên qonaxên navîn û amadehî li bajarokê Sirînê û Helebê pêk werin, lê li gorî xwendekaran ev yek bareke aborî ye û her wiha li gorî wan, ji ber rêya dûr dê ew tevlihev bibin û ezmûnên xwe baş pêşkêş nekin.

Li gorî nûçegihanê KANAL8’ê yê Kobanê, xwendekaran hewl da derbasî navenda rêveberiya Kobaniyê bibin û hêzên ewlehiyê jî gule reşandine.

Kanal8

25/05/2026