HEJMAREKE MEZIN JI EREBÊN HAWIRDE JI MALÊN EFRÎYAN DERNAKEVIN

Nûrhat Hesen 26/05/2026

Bi vegera berdewam a koçberên Efrînê, heta niha hejmarek mezin ji Erebên hawirde malên Efrîniyan vala nakin û hinek ji wan pereyan ji xwediyên malan dixwazin.

Hevserokê Kombenda Efrînê ya Civakî Îbrahîm Heftaro ji KANAL8ê re ragihand, heta niha malbatên erebên hawirde ji malên gelek malbatên vegeriyane dernakevin û da zanîn, hejmarek mezin ji malbatan piştî 9 salan ji koçberiyê îro li ber deriyê malên xwe koçber in.

Heftaro destnîşan kir, niha 2000 malbatên Efrînê li Hesekê û Qamişloyê mane û tê payîn karwanê 8emîn ê koçberan piştî cejna qurbanê vegere.

Îbrahîm Heftaro destnîşan kir, heta niha Hikûmeta Veguhêz sozên xwe yê valakirina malên kurdan pêk neaniye û bang kir ku hikûmet sozên xwe pêk bîne.

Li gorî agahiyan, heta niha bi hezaran ji malbatên Dêrazorê di Efrînê de ne û beşekî mezin ji wan ji malên efrîniyan dernakevin.

Berê KANAL8’ê agahî bi dest xistibû ku 8 hezar ji malbatên koçberên Efrînê li Hesekê Qamişlo û Kobaniyê hebûn, ew malbat ji adara bihurî vedigerin warê xwe ku heta niha 7 karwanan vegeriyane.

Li aliyekî din li gorî agahiyên ku KANAL8’ê bidest xistine, ji ber hebûna baregehên Tirkiyeyê li gundên Çiyê, Şêxorzê, Derwîş, Basilê û Cilbirê ew gund bi temamî vala ne û niştecihên resen ên wan nikarin vegerin.

Nûrhat Hesen

26/05/2026