ZANÎNEGEHA KOBANIYÊ LI POLONYAYÊ YE

Kanal8 26/05/2026

Konferansa 8em a Aborî, Birêveberî û Siyasetê ku ji aliyê Zanîngeha Szczecê li Polonyayê ve hat birêxistinkirin; bi beşdariya Zanîngeha Kobaniyê û çend zanîngehên din dest pê kir. Armanca konferansê ew e ku hevkariya akademîk û danûstandina pisporiya zanistî xurt bike.

Duh, Endamê Birêveberiya Zanîngeha Kobaniyê Şervan Muslim, ji bo beşdarbûna konferansê giha Polonyayê. Di konferansê de hejmareke akademîsyenên ji çend zanîngeh û saziyên perwerdehiyê beşdar bûn.

Armanca konferansê bipêşxistina asoyên hevkariya zanistî û akademîk, danûstandina pisporiyê di warên aborî, birêveberî û siyasetê de û lêkolîna derfetên hevkariyên paşerojê di navbera zanîngehên beşdar de ye.

Kanal8

26/05/2026