MEZLÛM EBDÎ Û MESRÛR BARZANÎ CIVIYAN
Kanal8 26/05/2026
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiyan û her du aliyan li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan nîqaş kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di hevdîtinê de der barê guherîn û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Sûriyeyê û pirsa Kurdan û guhertinên çêbûne nîqaş kirin.
Mezlûm Ebdî îro piştî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dît, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Kanal8
26/05/2026