LI HELEB Û EFRÎNÊ MALBATÊN ŞEHÎDAN SERDANA GORISTANAN KIRIN

Nûrhat Hesen 27/05/2026

Malbatên şehîdan ên Şêx Meqsûdê û Efrînê bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdên xwe kirin.

Şêniyên Heleb û Efrînê bi boneya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de serdana gorên şehîdan kir.

Şêniyan fatîhe li ser gorên şehîdan xwendin û gul danîn ser.

Komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz û yên dewleta Tirkiyeyê; dema êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, gorên şehîdan xirab kiribûn.

Komên girêdayî Tirkiyeyê di sala 2018an de dema êrişî Efrînê kiribûn, goristana Şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê û goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna xirab kiribûn.

Di hemanê demê ciwanekî dîmenê xwe ji KANAL8ê re şand dema gulan li ser gorên şehîdên Şêx Meqsûdê datîne.

Nûrhat Hesen

27/05/2026