SÛRIYE: ME CIHÊN KÎMYEWÎ YÊN GIRÊDAYÎ DESTHILATA BERÊ DÎTIN
Nûrhat Hesen 27/05/2026
Şandeya Hertimî ya Sûriyeyê ji Neteweyên Yekbûyî re ragihand ku wan hin cihên nû yên girêdayî bernameya desthilata berê ya kîmyewî dîtine.
Şandeyê ji Ajansa Fermî ya Sûriyeyê SANAyê re got, wan heyberên ku ji bo çêkirina xaza Sarînê tên bikaranîn dîtine ku dişibe xaza ku di êrişên kîmyewî yên salên 2012 û 2013 hatibû bikaranîn.
Li gorî şandeyê wan di wan cihan de 54 bombe weke ew ên ku di êrişa li dijî bajarokê Letaminê sala 2017 hatibû bikaranîn û her wiha 25 bombeyên ji cûreyeke din weke yên berê li Xûtaya Şamê di sala 2013an de hatibû bikaranîn.
Şandeya Hertimî ya Sûriyeyê ji bo Neteweyên Yekbûyî diyar kir, 18 kesên tawanbar, ji wan serkirdeyên mezin, hatin girtin û lêpirsîn bi wan re tê kirin.
Nûrhat Hesen
27/05/2026