GULERYUZ: NABE PROSEYA CHP'YÊ BANDORÊ LI SER PÊVAJOYÊ BIKE
Alîkarê Serokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz ji KANAL8ê re ragihand ku ew naxwazin proseya li ser CHPyê niha dibe, bandorê li Pêvajoya aştiyê bike û diyar kir divê Komisyon bi lez gavnan der barê xalên 6 û 7an biavêje.
Guleryuz behsa berdewamiya Pêvajoyê kir û got: "Ez hêvî dikim ku ev rewşa di nav CHPyê de bandorê li Pêvajoyê neke. Çimkî Pêvajo ne mijarek wiha ye ku meriv tenê di nav sînorên partiyên siyasî de binirxîne; ev meseleya Tirkiyeyê ye. Em behsa pêvajoyekê dikin ku bi temamî bandorê li paşeroja Tirkiyeyê dike û divê bi lihevkirineke nû ya civakî bi rê ve biçe."
Di heman demê de amaje bi rapora Komisyonê kir û got: "Em dizanin ku hevdîtinên dawî erênî derbas bûne. Her wiha hat ragihandin ku di hevdîtina 27ê Adarê de, metnekî lihevkirinê derketiye holê. Agahiyên wiha ji raya giştî re hat ragihandin û divê ev metn ji aliyê hikûmetê ve bi lez bikeve pratîkê. Di hevdîtina dawî de jî em dibînin ku ev yek careke din hatiye piştrastkirin. Tê fêmkirin ku di navbera aliyan de li ser vê mijarê lihevkirineke diyar çêbûye."
Guleryuz der barê hevdîtinên bi Dewletê re axivî û got: "Niha mesele maye ser Komisyonê ku berpirsiyariya xwe bîne cih. Bi taybetî divê xalên 6 û 7an ên ku Komisyonê bi kurtasî diyar kirine, bi lez bên pêkanîn. Di rastiyê de ev nexşerêyek bû ku Komisyona Encûmenê derxistibû holê. Wisa xuya dike ku di hevdîtinên di navbera dewlet û Birêz Ocalan de jî li ser vê mijarê konsensusek çêbûye. Divê yekser piştî cejnê, ev yek bi gavên şênber bikeve pratîkê."
Di dawiyê de behsa berjewendiyên partiyên Tirkiyeyê kir û got: "Bêguman em ê bibînin ka ev pêkanînên antîdemokratîk dê çawa bandorê li Pêvajoyê bikin. Lê ez dixwazim careke din eşkere bikim ku, divê kes vê meseleyê di çarçoveya berjewendiyên teng ên partiyan de nenirxîne. Ev mijar meseleya Tirkiyeyê ye. Em dibînin ku yek ji çavkaniyên sereke yên xwedîkirina pirsgirêkên me yên din jî ev pêkanînên antîdemokratîk in. Ji ber vê yekê, divê dijberiya sereke û dînamîkên civakî bi awayekî xurt xwedî li vê Pêvajoyê derkeven. Tenê bi vî awayî gengaz e ku meriv ji van pêkanînên antîdemokratîk ên heyî derkeve. Heger ev Pêvajo bi ser nekeve, dê her kes ji ber vê yekê neyênî bandor bibe."
28/05/2026