OMER OCALAN: ABDULLAH OCALAN CEJNA WE PÎROZ DIKE

Kanal8 28/05/2026

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan der barê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, peyamek belav kir.

Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê Xyê behsa hevdîtina bi Ocalan re kir û pîrozkirina Ocalan gihande xelkê.

Omer Ocalan wiha got: "Me bi boneya Cejna Qurbanê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî."

Berdewam kir û got: "Birêz Abdullah Ocalan silavên xwe yên bi boneya cejnê ji gelê me re ragihand û got, "Em ji her demê bêtir nêzîkî azadî û demokrasiyê ne û ez cejna gelê me pîroz dikim."

Kanal8

28/05/2026