ÎLHAM EHMED’Ê SERDANA EFRÎNÊ KIR

Kanal8 29/05/2026

Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê serdana Efrînê kir.

Ji sala 2018an vir ve ev yekem serdana Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ye.

Hat ragihandin ku serdana Îlham Ehmedê bi boneya Cejna Qurbanê pêk hatiye.

Îlham Ehmed ji aliyê Gerînendeyê Herêma Efrînê Xeyro El Elî El Dawûd û berpirsê Ewlekariya Hundirîn Suraqa Emorî ve li avahiya Rêveberiya Herêma Efrînê hat pêşwazîkirin.

Her wiha hat ragihandin, piştî serdana Rêveberiya Efrînê, Îlham Ehmedê berê xwe da gundê xwe yê Zerka yê navçeya Racoyê û ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin.

Kanal8

29/05/2026