BARANEKE XURT LÊ KIR AVÊ DA BIN MALAN

Kanal8 29/05/2026

Li bajarên Hatay, Osmaniye û Orduyê yên Tirkiyeyê baraneke zêde barî. Li hin rêyên gundan û dîwarên xaniyan hilweşiyan û mal di bin avê de man.

Li navçeya Fatsa ya Orduyê jî, piştî barana zêde beşek ji pirekê li ser rêya girêdanê hilweşiya.

Li navçeya Defne ya Hatayê û navçeya Duzîçî ya Osmaniyeyê baran û teyrokê lê kir. Ajokaran di trafîkê de zehmetî kişandin. Hin kolan, xanî û kargeh di bin avê de man.

Li Duzîçî ya Osmaniyeyê asta ava çeman bilind bû û zirar dan erdên çandiniyê. Hin rêyên gundan û dîwarên xaniyan hilweşiyan. Tîmên şaredariyê dest bi xebata avdanê kirin.

Jinek ku di xaniyê xwe yê di bin avê de asê mabû ji hêla tîman ve hate rizgarkirin. 

Di vê navberê de, tîmên Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) û tîmên şaredariyê jî dest bi xebata paqijkirin û veherandinê kirine.

Li Hatayê, ji saetên şevê û pê ve baran bariya û ji ber barana zêde asta ava çeman bilind bû û ji ber vê yekê avê da bin malan.

Ji ber barana zêde, beşek ji pira li ser rêya girêdana Yalıkoy a li taxa Bolaman a navçeya Fatsa ya li parêzgeha Orduyê hilweşiya. Pir ji ber sedemên ewlehiyê ji trafîkê re hatiye girtin.

Kanal8

29/05/2026