ÎLHAM EHMED LI EFRÎNÊ SERDANA MALBATÊN VEGERIYAYÎ DIKE

Kanal8 30/05/2026

Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed gera xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dewam dike.

Îlham Ehmedê serdana gundên Şîtko û Mîrkanê yên Efrînê kiriye û li gorî agahiyan çûye mala Arîn Mîrkan jî.

Arîn Mîrkan sala 2014an di şerê li dijî DAIŞê de li Kobaniyê şehîd bûbû.

Her wiha li gorî agahiyan, serdana gundê Hac Xelîl jî kiribû.

Duh Ilham Ehmed ji bo pîrozkirina cejnê serdana gundê xwe Zerka kiribû û her wiha li gel Rêveberiya Efrînê hevîdtin kiribû.

Li gorî agahiyan yek ji armancên serdana Îlham Ehmedê şopandina rewşa koçberên Efrînê yên herî dawî vegeriyane ye.

Kanal8

30/05/2026