LI XARPÊTÊ ZILAMEKÎ HEVJÎNA XWE KUŞT
Elî Zalo 31/05/2026
Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê derengiya şeva bihurî, kesekî piştî nîqaşekê, hevjîna xwe bi çekê kuşt.
Bûyer li taxa Dogukentê, di sîteyeke li ser Cadeya Prof. Dr. Nacî Gorur saet 01.00 şevê rû da.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, di navbera herduyan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket, dema ku nîqaş mezin dibe, zilamê wê demançeya xwe derdixe û guleyan li hevjîna xwe direşîne, tîmên tenduristiyê û polîs xwe digihînin cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî lêkolînê diyar kirin ku hevjîna wî li cihê bûyerê di cih de miriye.
Piştî ku Polîsan li cihê bûyerê lêkolînên xwe temam kirin, termê hevjîna wî birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê. Zimal jî ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Elî Zalo
31/05/2026