KOMA AMED LI MÊRDÎNÊ KONSERTEK LI DAR XIST
Li Mêrdînê bi amadebûna bi deh hezaran kesan, konserta Koma Amed hat lidarxistin. Beriya destpêkirina konsertê, Ehmed Turk axivî û got: "Huner û muzîka Kurdî, nasnameya gelê Kurd e."
Şeva bihurî di çarçoveya Şahiyên Buharê de, li navçeya Artuklu li parêzgeha Mêrdînê konserta Koma Amed hat lidarxistin.
Welatiyên navçeyê guhdanekemezin nîşanî konsertê dan û bi deh hezaran kes li qada konsertê amade bûn û ji ber nemana cih jî, gelek kes bi neçarî vegeriyan.
Beriya destpêkirina konsertê, serokê ji erka xwe dûrxistî yê Şaredayiya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk axivî û got: "Huner û muzîka Kurdî, nasnameya gelê Kurd e. Stranbêj û çîrokbêjên Kurd welatparêziya xwe parastine û Kurd bi deng û çîrokên xwe, xwe da naskirin û xwedî li paşerojê û aştiyê derketine."
Konserta Koma Amed bi coşeke mezin heta derengî şevê berdewam kir.
31/05/2026