RAPOREK: VEKIŞÎNA HSD'YÊ JI DÊRAZOR Û REQAYÊ VALAHIYEKE EWLEHÎ HIŞT
Mezintirîn Pişkînerên Operasyona Hevpeymaniya Navdewletî hişyarî ji ber vegera DAIŞê li Sûriyeyê da.
Li gorî rapora pişkîner, vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji gelek navçeyên bakur û rojhilatê Sûiyeyê valahiyeke ewlehiyê hişt û DAIŞ ew yek bikar aniye.
Her wiha pişkîner diyar kir, destpêka îsal mezintirîn reva malbatên DAIŞ’ê li Sûriyeyê çê bû.
Êrişên DAIŞ’ê li Sûriyeyê dewam dikin, Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) dibêje, DAIŞê îsal nêzî 50 êrîşan pêkanîne.
DAIŞê li Sûriyeyê yek ji astengiyên herî mezin e û bi taybet li navçeyên rojhilatê Sûriyeyê û ji wan jî Dêrazor.
Sala 2025’an li gorî agahiyan DAIŞ’ê li wan navçeyan 241 êrîş pêk anîbûn.
Tevî ku amar nîşan didin îsal biqasî %26 êrîşên DAIŞ’ê kêmtir bûne lê raporên aliyên têkilidar nîşan didin heta niha metirsiya DAIŞ’ê heye.
Hêza DAIŞê:
- Piştî vekişîna HSDyê valahiyeke ewlehiyê çêbû
- DAIŞê ev bikar anî û hêza xwe zêdetir kir
Mezitirîn Pişkînerên Operasyona Hevpeymaniya Navdewletî ya li Sûriyeyê û Iraqê Platte Moring diyar kir, piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê valahiyeke ewlehiyê çê bû û DAIŞ’ê jî ev yek bikar anî û hêza xwe zêdetir kir.
Di çileya îsal de hêzên Hikûmeta Veguhêz êrîşên fireh li Dêrazor û Reqayê bir ser HSD’ê û di encamê de HSD’ê ji navçeyên fireh yên wan parêzgehan ku cihên êrîşên DAIŞ’ê bûn, vekişiya.
Heta niha berdewam êrîşên DAIŞ’ê û qeyaranên mirovî li wan deveran hene.
Reva malbatên DAIŞê:
- Destpêka îsal reva herî mezin ya malbatên DAIŞê pêk hat
- Rev di encama ku hsd kontrol li ser wan winda kir çêbû
Di rapora Mezitirîn Pişkînerên Operasyona Hevpeymaniya Navdewletî de hate gotin, destpêka îsal reva herî mezin ya malbatên daiş’ê pêk hat û destnîşan kir, rev di encama ku HSD kontrol li ser wan winda kir çê bû.
Piştî HSD’ê neçar ma ji Kampa Holê vekişe, agahiyan nîşan da, hejmareke mezin ji malbatên DAIŞ’ê û bi taybet yên biyanî ji wê kampê reviyane, Rojnameya Wall Street Journal ya amerîkî dabû zanîn, di navbera 15 heta 20 hezar ji kesên di kampa Holê de reviyane.
Gelek raporên medyayî destnîşan dikin, DAIŞ hewl dide biyanên di nav Hikûmeta Veguhêz ber bi xwe ve bikişîne û bi taybet piştî pirsgirêkên herî dawî yên di navbera çekdarên Ozbek û Hikûmetê de çê bûn.
31/05/2026