LI EFRÎNÊ DÊ GORISTANÊN ŞEHÎDAN WERIN SERERASTKIRIN

Nûrhat Hesen 01/06/2026

Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi rêveberiya Efrînê re li hev kir, goristanên şehîdan ên li Efrînê sererast bikin.

Ji çend rojan ve, Îlham Ehmed bi boneya Cejna Qurbanê li Efrînê ye, serdana malbatên Efrînê yên vegeriyane dike û herî dawî jî serdan goristana şehîdan yên Efrînê jî kir û kulîlk danîn ser gorên şehîdan.

Çavkaniyekî agahdar ji KANAL8’ê re ragihand, Îlham Ehmed bi Rêveberiya Efrînê re li hev kiriye ku goristanên şehîdan li Efrînê sererast bikin.

Li Efrînê goristana Şehîd Seydo li navçeya Cindirêsê û goristana Şehîd Refîq li navçeya Şera hene.

Her wiha goristana şehîd Avêsta jî hebû lê komên girêdayî Tirkiyeyê ew bi erdê re kirin yek û avahî li ser ava kirin.

Nûrhat Hesen

01/06/2026