MERASÎMA GERA TAWÛSA ŞÊX ADÎ DIDOME

Sema Reşid 03/06/2026

Gera Tawûsa Şêx Adî yek ji kevneşopî û merasîmên pîroz û olî yên Êzidiyan e.

Merasîma Gera Tawûsa Şêx Adî salê carekê bi awayekî sembolîk tê lidarxistin û tê de Tawûs (nîşana Tawûsê Melek) bi merasîmên olî ji perestgeha sereke ya Lalişê tê veguhestin û li gund û navçeyan digere.

Ev merasîm bi hêviya xêr, xweşî, aştî û bereketê ji bo xelkê û hemû gundiyan tê gerîn.

Di merasîma gerê de dema ku Tawûs digihîje gundan, Qewal (rûspî û dengbêjên olî) bi sê dengan bang li xelkê dikin ku derkevin pêşwaziya Tawûsê.

Piştî wê bangê ji mezin heta biçûkan li ber deriyan kom dibin da ku Tawûsê bibînin, pîroz bikin û bexşînan pêşkêş bikin.

Tawûs ji Şêxanê tê şandin û carinan li herêmên wekî Şingalê digere.

Şêx Adî kî ye?

Şêx Adî (Şîxadî) yek ji kesayetiyên herî pîroz û stûnên bingehîn ên ola Êzdiyatiyê ye. Ew di navbera salên 1073 û 1162an de jiyaye. Perestgeha wî ya li Lalişê cihekî pîroz ê ziyaretê ye.

Sema Reşid

03/06/2026