DI OPERASYONA LI DIJÎ DAIŞÊ DE 70 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Kanal8 03/06/2026

Wezareta Naxwe ya Tirkiyeyê ragihand, hêzên wan li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî DAIŞê operasyon li dar xistine û 70 gumanbar hatine binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, Serokatiya Daîreya Dijî Terorê ya Fermandariya Giştî ya cendermeyan bi koordîneya serdozgeran li Edene, Afyonkarahîsar, Enqere, Erdexen, Aydin, Balikesîr, Amed, Elezîz, Eskîşehîr, Dîlok, Îdir, Stenbol, Îzmîr, Kayserî, Kirklarelî, Kirşehîr, Kocaelî, Mersîn, Nevşehîr, Samsun û Rihayê li dijî DAIŞê operasyon li dar xistin.

Wezaretê diyar kir ku di operasyonan de, 70 gumanbar hatin girtin ku hat dîtin endamên DAIŞê ne, bi rêya kesên girêdayî wê û rêxistinên alîkariyê fînanse dane rêxistinê û bi rêya hesabên medyaya civakî propagandaya DAIŞê kirine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyonên li dijî çalakî û avahiyên darayî yên rêxistina DAIŞê berdewam dikin

Kanal8

03/06/2026