TRUMP JI BO BEŞDARÊ LÛTKEYA NATOYÊ BIBE DIÇE TIRKIYEYÊ
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo beşdarî lûtkeya NATOyê bibe dê biçe Tirkiyeyê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di bersiva pirsên Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisê de got: Trump bi xwe dê di 7 û 8ê Tîrmehê de beşdarî lûtkeya NATOyê ya li Enqerê bibe.
Marco Rubio tekez kir ku ev lûtke dikare bibe yek ji civînên herî girîng di dîroka Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur de.
Her wiha Robio diyar kir, “Hin mijar hene ku divê di lûtkeya Enqerê de werin zelalkirin” û da zanîn ku hevpeymanî hewceyê guhertinên girîng e û ev mijar dê di lûtkeyê de werin nîqaşkirin.
Tirkiyeyê berê di sala 2004an de li Stenbolê mazûvaniya lûtkeya NATOyê kiribû.
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ