SERAYA SELAM ÇEKÊN XWE RADESTÎ HIKÛMETA IRAQÊ KIR
Hêzên Seraya Selam yekem hêzên çekdar in ku baskê xwe yê leşkerî berdidin û tevlî saziyên fermî yên Iraqê dibin.
Pêvajoya komkirina çekan di destê dewletê de dikeve qonaxeke nû. Hêzên Seraya Selam yekem koma çekdar e ku dev ji baskê xwe yê lekşerî berdidin û tevlî saziyûn fermî yên Iraqê dibin.

Destpêkirina pêvajoyê li Samarrayê
Îro, 4ê Hezîrana 2026an, hêzên Seraya Selam li baregeha xwe ya li Samarrayê dest bi amadekariyan kirin da ku çekên xwe radestî hikûmeta Iraqê bikin. Ev hêz, ku sê tugayên wê di nav Heşdî Şabî de hene, yekem koma çekdar e ku daxwaza hikûmetê ya çekberdanê bicîh tîne.

Biryara Sedir
Ev gav piştî wê yekê hat ku Serokê Tevgera Neteweyî ya Şîeyan Muqteda Sedir di 26ê Gulanê de ragihand ku ew ê baskê leşkerî ji tevgerê veqetîne. Sedir hefteyek dem da Seraya Selam ku ji tevgerê veqete, çekên xwe radest bike û tevlî hêzên fermî yên hikûmeta Iraqê bibe.

Dîroka avakirin û hilweşandinê
Koma Seraya Selam di 11ê Hezîrana 2014an de, tenê rojek piştî ku DAIŞê beşek mezin ji Iraqê kontrol kir, hate damezrandin. Erka sereke ya komê parastina mezargehên olî bû, lê niha, piştî 12 salan ji xebatê, biryara Sedir ji bo hilweşandina hêzê û yekbûna bi saziyên leşkerî yên dewletê re hat dayîn.

Piştgiriya ji bo hikûmet û têkiliyên navneteweyî
Ajandaya kabîneya Zeydî li ser berhevkirina çekan li destê dewletê ye. Pispor bawer dikin ku ev gava Sedir ne tenê dê deriyê razîbûna Washingtonê ji bo Bexdayê veke, lê di heman demê de dê zextê li ser aliyên din ên di çarçoveya hevrêziyê de bike da ku dev ji komên xwe yên çekdar berdin, ku ev yek dê piştgiriyek xurt be ji bo aramiya li Iraqê.

Mercên Rêkeftina Çekdanînê
Li gorî peymana di navbera hikûmet û komên çekdar de, pêvajo çend qonaxan dihewîne, di nav wan de: qeydkirina çekên giran, qutkirina têkiliyên tugayên Heşdî Şebî bi komên siyasî re, û guhertina navên tugayên ku navên koman li xwe digirin. Di berdêla vê de, hikûmet dê pêbend be ku qanûnên malnişîniyê ji bo çekdaran peyda bike û di nav avahiyên fermî yên dewletê de meqamên leşkerî bide endamên wan.

Bername û plana kabîneya Zeydî
Kabîneya Zeydî, ku balê dikişîne ser berhevkirina çekan li destê dewletê, di 3ê Hezîranê de biryar da ku komîteyek ava bike da ku tevlîbûna Heşdî Şebî betal bike.

Înîsiyatîfa Sedir
Înîsiyatîfa Sedir a ji bo dûrketina ji komên çekdar, bertekek bilez ji serokên çarçoveya hehahengiyê derxistiye holê. Heta niha, Ehlê Heq, Bedir, Tevgera Neteweyî ya Şîe, Tabûrên Îmam Elî biryar dane ku tevlî baskên leşkerî bibin lê komên Nuceba û Seydul Şuheda red kirine ku çekên xwe deynin.
2 DEMJIMÊR BERÊ