SAZIYA AMARAN A TIRKIYEYÊ RÊJEYA BÊKARIYÊ EŞKERE KIR

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li gorî amarên hêza kar ên meha Nîsanê yên Saziya Amaran Tirkiyeyê (TUÎK), hejmara bêkaran 5 hezar kes kêm bûye û gihîştiye 2 milyon û 868 hezar kesî.

TUÎKê ragihand, rêjeya bêkariyê ji sedî 8,2 bû, lê hejmara karmendan 356 hezar kes kêm bûye û gihîştiye 32 milyon û 166 hezar kesî.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê amarên hêza kar a Nîsana 2026an weşand

Li gorî encamên Rapirsiya Hêza Kar a Malbatan, hejmara bêkarên 15 salî û jortir di meha Nîsanê de li gorî meha berê 5 hezar kêm bûye û gihîştiye 2 milyon û 868 hezaran. Lê, rêjeya bêkariyê 0,1 xalên sedî zêde bûye û gihîştiye ji sedî 8,2.

  • Rêjeya bêkariyê ji bo mêran wekî ji sedî 6.8
  • Rêjeya bêkariyê ji bo jinan jî wekî ji sedî 11 hat pêşbinîkirin.

Hejmara kesên ku dixebitin di meha Nîsanê de li gorî meha borî 356 hezar kêm bû û daket 32 milyon û 166 hezaran.

  • Rêjeya kar jî 0,6 xalên sedî kêm bû û gihîşt ji sedî 48,1.
  • Ev rêje ji bo mêran ji sedî 65,4 û ji bo jinan ji sedî 31,2 bû.

Hêza kar di heman heyamê de 361 hezar kes kêm bû û gihîşt 35 milyon û 34 hezar. Rêjeya beşdariya hêza kar 0,6 xalên ji sedî kêm bû û daket ji sedî 52,4.

  • Rêjeya beşdariya hêza kar ji bo mêran ji sedî 70,2 û ji bo jinan ji sedî 35 bû.
  • Rêjeya bêkariyê di nav ciwanên 15-24 salî de li gorî meha borî 0,8 puan kêm bû û gihîşt ji sedî 14,5.
  • Rêjeya bêkariyê ya ciwanan ji bo mêran ji sedî 12 û ji bo jinan jî ji sedî 19,4 hate pêşbinîkirin.

Saetên xebatê yên rastîn ên heftane yên navînî yên kesên ku dixebitin di meha Nîsanê de 0,3 saetan zêde bûn û gihîştin 42,1 saetan.

Di heman demê de, rêjeya bêkariyê ya ji ber sînorkirinên demê, ku ji hêza kar a potansiyel û kesên bêkar pêk tê, 1,2 xalên sedî kêm bû û gihîşt ji sedî 30,1.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ