DESTEYA ENERJIYÊ BIHAYÊ NÛ YÊ KEHREBAYÊ WEŞAND
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Ofîsên teknîkî yên Desteya Enerjiyê yên Rêveberiya Xweser nirxê nû yê bihayê kehrebayê yên pêşwext weşandin.
Ofîsên teknîkî yên Desteya Enerjiyê yên Rêveberiya Xwese, nirxê nû yê bihayê kehrebayê yên pêşwext ragihandin û ev biryar êdî ne herêmî ye; ew berfireh û mecbûrî bûye ku bihayê kehrebayê bike yek.
Li Cizîrê (Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê û Dêrikê nirxê kehrebayê hate guhertin û ya nû hate weşandin. Li Kobaniyê û gundewarê wê, ji bilî xetên xizmetê, dê nêzîk têkeve meryetê.
Li gorî giştînameyên fermî ya hatine weşandin, Desteya Enerjiyê pergaleke yekgirtî ji bo bihayên kîlowat-saetê weşand.
- Abonetiya Niştecih: Ji 1 heta 300 kWh, dê bi 600 Lîreyên Sûriyeyî be, bêtirî 300 kWh be, dê bi 1400 ta bi 810,000 Lîreyên Sûriyeyî be.
- Abonetiya Bazarganî û Pîşesaziyê: Dê ji bo 500 kW, ji 1400 ta bi 700,000 Lîreyên Sûriyeyî be.
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ