AMADEKARIYÊN HEVBEŞ JI BO EZMÛNAN HATIN KIRIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Li herêma Cizîrê û Kobaniyê ezmûnên refên 9 û 12an dest pê kirin.

Li parêzgeha Hesekê ezmûnên refên 9 û 12an ên rêbazên Rêveberiya Xweser û yên Hikûmeta Sûriyeyê dest pê kirin.

Hejmara xwendekarên refa 12an (serbest) ên Rêveberiya Xweser, ku ezmûnên xwe li 11 navendên li bajarên Qamişlo, Hesekê û Dêrikê pêşkêş dikin, 2 hezar û 860 xwendekar in.

Li bajarê Kobanê jî 207 xwendekarên serbest ên refa 9an dest bi ezmûnan kir.

Sîstema ezmûnan li herêma Cizîrê û Kobaniyê rastî guhertineke giştî tê û ber bi yekbûnê ve diçe. Ev yek encama rêkeftinên di navbera Wezareta Perwerdeyê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser de ye.

Li gorî vê sîstemê, xwendekarên Rêveberiya Xweser tev li ezmûnên ku di asta niştimanî de têne naskirin bûn, da ku paşeroja wan winda nebe. Ji bo parastina zelaliyê, komîteyên hevbeş hatine avakirin. Ezmûn li bajarên serekî (Qamişlo, Hesekê, Kobanî…) îro dest pê kirin.

Ji bo misogerkirina ewlehiyê, Asayîş derdora navendan parastin, hêlên înternetê dê bi demkî hatin birîn da ku rê li ber xapandinê were girtin û şaredarî av û kehrebeyê dabîn kirin, di heman demê de tîmên tenduristiyê û ambûlans di amadebaşiyê de bûn.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ