JINBAVEKÊ ZAROKÊN MÊRÊ XWE NEÇAR DIKE KU ÎSOTÊN TÛJ BIXWIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Vîdyoyek li ser medyaya civakî belav bû ku jinbaveke Turkmen vîdyoya du zarokan nîşan dide û tê de zarokên mêrê xwe neçar dike ku îsotên tûj bixwin û zarok bi şewat digirîn.

Her du zarokan ji ber neçarkirina xwarina îsotên, rewşa wan a tenduristiyê xirab bû û pêdivî bû ku bibin nexweşxaneyê, lê dêmariyê nekir.

Bûyer li taxa Heyderiyê ya Helebê li Sûriyeyê, nêzîkî Mizgefta Fatih qewimiye.

Tevî belavbûna berfireh a vîdyoyê, heya niha cihên peywendîdar ti tedbîr negirtine û sûcdar siza nekirine.

Ev dîmen di nav niştecihên bajêr de bûye sedema nerazîbûn û şermezarkirinê.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ