HÎLALÎ: DÊ 9000 ENDAMÊN ASAYÎŞÊ ENTEGRE BIBIN
Cihgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî eşkere kir ku entegrekirina endamên hêzên Asayîşê, yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di nav Wezareta Karên Hundir de dê di heyama pêş de dest pê bike. Ev di çarçoveya têgihîştinên têkildarî yekkirina saziyên ewlehî û leşkerî di bin sîwana dewletê de û di bicihanîna peymana 29ê Çileyê de tê.
Di hevpeyvînekê de bi kanala Exbariya News re ku kanala fermî ya Sûriyeyê ye, Hîlalî amaje pê kir ku pêvajoya entegrekirinê dê bi hevpeyvînên takekesî ji bo endamên ku di entegrekirinê de cih digirin dest pê bike, ku hejmara wan, li gorî navnîşên destpêkê, bi qasî 9,000 e, di nav de 1,000 jin jî hene. Wî destnîşan kir ku ev hejmar pêşîn e.
Pê de çû û got: "Qonaxa din verastkirina daneyan, belgeyên kesane û tomarên kar ên her endamekî, dû re nirxandina pêwîstîdariyên rastîn ên Wezareta Karên Hundir û destnîşankirina pisporiyên guncan vedihewîne.
Cihgirê parêzgar destnîşan kir ku dema pêvajoyê bi hejmara rastîn a serlêderan û proseyên birêveberiyê û teknîkî yên pêwîst ve girêdayî ye. Lê belê, xebat li gorî planeke qonaxî berdewam dike ku armanc dike ku piraniya proseyên heta Tîrmeha bê, biqede, di heman demê de rastbûn, zelalî û bidestxistina encamên herî baş peyda bike.
Der barê pîvanên qebûlkirinê, Hîlalî destnîşan kir ku ew li ser bingeha bicihanîna mercên temen û tenduristiyê, rewanbûna yasayî û nebûna astengiyan ji bo tevlêbûnê ne. Wekî din, pîvan nirxandina ezmûna berê, jêhatîbûnên pîşeyî û guncawbûna wan bi pêwsîtiyên rastîn ên Wezareta Karên Hundir vedihewîne.
Wî tekez kir ku ev pîvan armanc dikin ku saziyeke ewlehiya neteweyî ya yekgirtî li ser bingeha jêhatîbûn, dîsîplînî, pabendbûna bi yasayê û xizmeta welatiyan ava bikin.
Der barê bicihkirina personelên qebûlkirî, Hîlalî got ku ew ê li gorî pêwistiyên rêxistinî û birêveberiyê yên ku ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatine destnîşankirin were kirin. Ev ê xebata bêkêmasî ya karûbaran û radestkirina bi bandor a karûbarên ewlehiyê ji welatiyan re misoger bike, bi haydariya ji pisporî û ezmûna personel û pêwsitiyên operasyonê yên yekîne û sektorên cûda.
Wî destnîşan kir ku di vê qonaxê de pêşîniya wan; xurtkirina karê saziyên ewlehiyê û aramiyê ye, di serî de li Parêzgeha Hesekê û li seranserê herêma rojhilat, di çarçoveya dewlet û saziyên wê yên fermî de.
Proseyên entegrekirina karmendan di Wezareta Karên Hundir de di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê de ne, ku ji hêla tîma serokatiyê ve tê şopandin.
3 DEMJIMÊR BERÊ