GIRTIYEKÎ KURD PIŞTÎ 33 SALAN LI TIRKIYEYÊ HAT BERDAN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan ji Girtîgeha Tîpa Hyê ya Eskîşehîra Tirkiyeyê hate berdan.

Berdana Yilmaz Çerçel ji aliyê Komîteya Birêvebirin û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve 6 caran hatibû bipaşdexistin.

Herî dawî, şeva bihirî, Yilmaz Çerçelî hate berdan û li ber deriyê girtîgehê malbata wî, birêveberên rêxistina Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Nûnerê Anatoliyaya Navîn a Federasyona Komeleyên Yasayî û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED) ve hate pêşwazîkirin.

Yilmaz Çerçel, 17ê Adara 1993an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatibû girtin.

Çerçel sizayê xwe li girtîgehên Amed, Bartin û Eskîşehîrê derbas kir.

Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bicihanîna sizayê wî di navbera salên 2004-2006an de hate bipaşxistin.

Yilmaz Çerçel di navbera salên 2008-2012an de li Nexweşxaneya Derûnî û Mêjî ya Bakirkoyê derman dibû.x

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ