LI QERSÊ CIVÎNA BAZARGANÊN ERMENISTAN Û TIRKIYEYÊ BI RÊ VE ÇÛ
Karsazên Tirkiye û Ermenistanê bi piştgiriya hikûmetên her du welatan, li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê civiyan.
Di çarçoveya pêvajoya asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Ermenistanê de û bi piştgiriya hikûmetên her du welatan, nûnerên cîhana karsaziyê ya Ermenistanê, 2ê Hezîranê di sînorê bejahî re derbasî bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê bûn û bi karsazên Tirkiyeyê re civiyan.
Di civînê de Nûnerên kompanyayên ji sektorên xurekê, vexwarin, av, ava fêkiyan, fêkî, tûtin, avahîsazî, geştyarî û kulîlkan beşdarî civînê bûn.
Karsazên her du welatan ji bo destpêkirina bazirganiya rasterast kêfxweşiya xwe anî zimên.
Beşdaran her wiha temamkirina rêkarên birêveberiyê yên li Tirkiyeyê yên ji bo bazarganiya rasterast a bi Ermenistanê re erênî pêşwazî kir.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazarganiyê yê Qersê Kadîr Bozan di civînê de axivî û got: "Ji bo ku şiyana aborî ya herêma me bi temamî derkeve holê, xurtkirina binesaziya veguhastin û lojîstîkê xwedî giringiyeke mezin e."
Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Ermenistanê Hayk Darbinyan jî di civînê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, "Ev civîn bi saya asayîbûna pêwendiyên her du welatan pêk hatiye" û destnîşan kir ku di navbera Tirkiye û Ermenistanê de derfetên mezin ên pîşesazî û bazarganiyê hene."
3 DEMJIMÊR BERÊ