YEKEM KARWANÊ HECACÊN SILÊMANIYÊ VEGERIYA
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Sibeha îro yekem karwanê hecacên Herêma Kurdistanê bi rêya esmanî gihane Balafirgeha Navdewletî ya Celal Talebanî li Silêmaniyê.
Karwan ji 148 hecavan pêk dihat û biryar e piştî nîvro jî karwanekî din bigihe Silêmaniyê.
Di dema gihana hecacan de, hejmareke zêde ji kesûkarên wan li pêşiya Balafirgehê li benda wan bûn û ew pêşwazî kirin.
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ