LI HESEKÊ 21 DEPOYÊN WERGIRTINA GENIM AMADE NE
Bi nêzbûna çinîna genim re, 21 navend û depoyên Hesekê amade ne ku genimê cotkaran werbigirin. Pergala qeydkirina elektronîkî ya "Platform" dê dem û cihê radestkirinê diyar bike.
Cotkarên parêzgeha Hesekê amadekariya destpêkirina çinîna genim dikin.
Di çarçoveya amadekariyên wergirtina genim de, depo û navendên wergirtinê li parêzgeha Hesekê amadekariyên wergirtina genim bilind kirin. Li gorî agahiyan 21 navendên li parêzgehê dê karibin tevahî genim ji cotkaran werbigirin.
Dê genimê ter û hişt bi hemû cureyên wê, li gorî 4 pileyên weke kalîte, paqijbûn, qirêjî û avî yan bejî, ji cotkaran were wergirtin.
Ev yek di demekê de ye ku bihayê genim ê ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve hatibû ragihandin, destpêkê hikûmetê bihayê her tonekî bi 4 milyon û 600 hezar lîreyan diyar kiribû, paşê jî 90 hezar li ser her tonekî zêde kiribû. Cotkar dibêjin ku ev biha li gorî lêçûnên bilind ên çandinî û hilberînê yên ku ew di vê demsalê de kirine, nake.
2 DEMJIMÊR BERÊ