BAVÊ EHMED ŞERI: EDENE Û MÊRSÎN DI BINGEH DE GIRÊDAYÎ SÛRIYEYÊ NE
Bavê Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri; Hisên Şeri dîsa daxuyaniyên ku nakokiyan çêdikin da. Vê carê Hisên Şeri navên gelek parêzgehên Tirkiyeyê anî zimên û got: "Ew di bingeh de parêzgehên Sûriyeyê ne."
Bavê Ehmed Şeri ji dezgeheke ragihandinê ya bi navê Mudin re got: "Bajarên weke Edene, Mêrsîn, Tersûs, Mardîn û Orfa girêdayî Sûriyeyê ne û bi ser Tirkiyeyê ve hatine kirin."
Ev daxuyanî di asteke mezin de li ser tevnên civakî belav bû, sedema belavbûna wê jî ku niha rewşeke siyasî û diplomasî ya gelekî baş di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de heye, ji ber wê çavdêran dît ku ew daxuyanî dibe ku pirsgirêkan çêbikin.
Tevî ku bavê Ehmed Şeri navên van bajaran anîn zimên, lê navê Iskenderona ku sala 1939 bi ser Tirkiyeyê ve hate kirin nekir, heta hinek navên bajarên ku bi bîr xist, weke Mardîn anku Mêrdin, Orfa yan ku Riha ew bajarên Kurdistanê ne.
Bavê serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri, Hisên Şeri; pêştir dîsa di hevpeyvînekê de gotibû, Şawî (Erebên Koçer) miletekî ji xelkên Dêrazorê qenctir in û pêşketîtir in û xelkên Dêrazorê bi komeke hov bi nav kiribû, her wiha destnîşan kiribû ku xelkên Dêrazorê bi dengê bilind diaxivin.
Xelkên Dêrazorê bertekên tund nîşanî daxuyaniyên bavê Şeri dabûn û Ehmed Şeri li hemberî bertekan neçar bibû ji xelkê Dêrazorê lêborînê bixwaze.
2 DEMJIMÊR BERÊ