ÎRANÊ BEHSA EGERA HEVDÎTINA TRUMP Û XAMENEYÎ KIR
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî egera hevdîtinekê ku ji hêla Donald Trump ve hatî pêşniyazkirin, di navbera Serokê Amerîkayê Trump û Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Mucteba Xameneyî de pesend nekir.
Trump roja Çarşema bihurî ji New York Post re got ku ew "dixwaze bi Xameneyî re hevdîtinê bike", di demekê de ku danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn rawestiyane.
Di hevpeyvînekê de bi kanala Libnanî, Meyadîn re, ku roja Pêncşemê hate weşandin, Eraqçî bersiv da û got, "Min gotarek dît ku tê de Donald Trump amade ye ku hevdîtinekê li dar bixe yan jî dixwaze hevdîtinekê saz bike."
Wezîrê Derve yê Îranê, amaje bi nepêkana vê egerê kir û got: "Ez bawer im ku divê em hinekî realîst bin."
Mucteba şûna bavê xwe, Ayetullah Elî Xameneyî girt, ku di 28ê Sibatê de, roja yekem a şer, di êrişeke esmanî ya Amerîka-Îsraîlî de, piştî zêdetirî 36 salan hat kuştin.
Lê belê, ew ji dema ku di destpêka Adarê de wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî hat erkdarkirin, derneketiye li pêş raya giştî û daxuyaniyên wî bi daxuyaniyên nivîskî ve sînordar bûne.
Eraqçî piştrast kir ku, "ji ber sedemên ewlehiyê, berpirsên ewlehiyê şêwra xwe dikin ku ew derketinên xwe yên giştî sînordar bike."
Donald Trump di rojên dawî de bi berdewamî diyar kiriye ku ew dixwaze bi Mucteba Xameneyî re bicive.
Wî got, "Ez dixwazim wî bibînim, ez dixwazim bi her kesî re bicivim û dibe ku em di demekê de bicivin, li gorî ka tişt çawa diçin."
Eraqçî bang li Amerîkayê kir ku "rastiyên Îranê nas bike", "perspektîfa xwe biguherîne" û "têkiliya xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re li gorî hêzeke herêmî, yan jî ji wê bêtir biguhezîne".
Wezîrê Îranî di hevpeyvînê de diyar kir ku ew bi xwe di dema bombebarana 28ê Sibatê de li mala Rêberê Berê yê Bilind bû.
5 DEMJIMÊR BERÊ