KCK: BANGAWAZIYA BIRÊZ BAFIL CELAL TALEBANÎ WATEDAR Û HÊJA DIBÎNIN

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKyê piştgirî da banga yekîtiyê ya Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da banga serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û got: "Bangawaziya Serokê YNKyê Birêz Bafil Celal Talebanî ji bo yekîtiya neteweyî kiribû, watedar û hêja dibînin."

KCK di daxuyaniya xwe de wiha got: "Diyar û zelal e ku îro pêwîstiya herî pêşîn a Kurdan yekîtiya neteweyî ye. Hemû geşedan, pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan di zûtirîn dem de, ji pêwîstiyê wêdetir neçariyek e."

Behsa girinya mijarê kir û got: "Wekî Tevger, ku di hemû qonaxên giring ên dîroka têkoşîna me de hildaye ser xwe, îro jî pêkanîna yekîtiya demokratîk a neteweyî ya Kurdan wekî ereke bingehîn destnîşan dike û em tevlêbûna çalak a hemû derdorên siyasî û beşên civakî yên li Kurdistanê giring dibînin."

KCK behsa helwesta Ocalan der barê mijarê yekîtiyê kir û got: "Yek ji rehendên herî giring ên Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêber Apo daye destpêkirin, Yekîtiya Demokratîk a Kurd pêk tîne. Di vê çarçoveyê de, em nirxekî bilind didin helwest û hemû xebatên ku di vî warî de tên meşandin."

Li ser axaftinên Serokê YNKyê jî wiha got: "Li ser vê bingehê, herî dawî em bangawaziya Serokê YNKyê birêz Bafil Celal Talebanî ya ku di salvegera damezirandina partiya xwe de ji bo yekîtiya neteweyî kiribû, watedar û hêja dibînin. Rêber Apo li ser pêkanîna yekîtiya demokratîk a Kurdan bêyî ku dem winda bibe, xwedî hewldan û perspektîfan e. Em jî wekî Tevger, yekîtiya demokratîk a gelê Kurd wekî pêwîstiya herî pêşîn û herî giring a dîrokî dibînin."

Amaje bi xebatên hevbeş kir: "Ji bo pêkanîna vê berpirsiyariya dîrokî, têkiliyên me û hewldanên me yên li gel partî û rêxistinên civakî yên Kurdistanî berdewam dikin. Bi mebesta banga birêz Bafil Celal Talebanî, em careke din bawer dikin ku hemû partî û rêxistinên Kurdistanî yên peywendîdar û beşên civakî, di mijara dabînkirina yekîtiya demokratîk a Kurd de ku hesreta gelê me ye, bêyî ku dem winda bikin wê bikevin nava liv û tevgerê."

KCK civîna li Başûr li dar ketibû bi bîr anî û got: "Daxwaza dîrokî ya gelê me ya ji bo yekîtiya neteweyî û rihê yekîtiya neteweyî yê ku li dora berxwedana Rojava bilind dibe, wekî erkeke neçarî datîne pêşiya partiyan. Gelê me ev vîna ku ji partiyan jî dibore derxistiye holê û erkê herî pêşîn a partiyan wekî erkeke bingehîn diyar kiriye. Herî dawî di 11ê Gulanê de, bi tevlêbûna rewşenbîr, rûspî û çalakvanan di civîna ku li Başûrê Kurdistanê pêk hat de, ji hemû beşên gelê me yê li Başûr banga yekîtiya neteweyî pêş ket."

Di dawiyê de wiha got: "Em wek Tevger nirxekî bilind didin bangewaziyên di vê çarçoveyê de, em di ferqa hemû berpirsyariyên ku dikevin ser milê me de ne û diyar dikin ku em ê birêvebirina erkên xwe berdewam bikin. Em bang li hemû partî û pêkhateyên siyasî yên Kurdistanî yên li 4 parçeyan, tevgerên jin û ciwanan, hunermend û rewşenbîran dikin ku tevlî xebatên ku wê yekitiyê pêk bînin bibin.”

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ