DILÊR GEDO BÛ QURBANÊ PEVÇÛNEKÊ LI QAMIŞLOYÊ

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb di bûyereke gulebaranê de kesek mir û 2 kesên din jî birîndar bûn. Hêzên Asayîşê ji bo diyarkirina sedemên bûyerê, dest bi lêpirsînan kirin.

Duh li Qamişloyê li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb a taxa Xerbî, bûyereke gulebaranê qewimî, di encamê de "Dilêr Gedo" kurê Sekreterê Partiya Çep a Demokrat Salih Gedo hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn. 

Li gorî zanyariyên Hêzên Asayîşê; di bûyera gulebaranê de ciwanek hatiye kuştin û herdu kesên din jî birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyçn nûçegîhana KANAL8ê li Qamişloyê, sedema derketina şer, mijarên pereyên selefê bûne.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ