ÇELIK: TIŞTA RAHMÎ KOÇ KIR, ŞAŞ Û KIRÊT E
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik derbarê kirina û axaftinên karsaz Rahmî Koç ên sivikatiya bi "jina Kurd" bertek nîşan da û got: "Ev terz şaş û kirêt e."
Karsazê Tirk Rahmî Koç li Îzmîrê di dema vekirina nexweşxaneyekê de sivikatî li jinên Kurd kir.
Rahmî Koç di vîdyoyekê de sivikatiyê bi "jina Kurd" dike û wiha dibêje: "Pizîşk li pirsgirêka jineke Kurd guhdar kiriye. Gotiye xanim here li pişt wê perdeyê cilên xwe ji xwe bike. Jinikê jî gotiye, doktor pêşî tu cilê xwe ji xwe bike."
Pişt belavbûna vîdyoyê, bi hezaran kes bertek nîşanî kirina Koç da û li ser Xyê hashtaga #RahmiKoçözürdile (Rahmî Koç lêborînê bixwaze) hate destpêkirin. Li ser wê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik li ser hesabê xwe yê Xyê li ser vê mijarê daxuyaniyek weşand.
Çelik wiha got: "Em hemû cûre û gotinên biçûkkirinê yên li hemberî jinan şermezar dikin. Ti bawerî, nijad, çand, nasname yan jî zayenda beşên civaka me nabe bibe mijara gotinên biçûkkirin û sivikatiyê. Divê bi rastî û ji dil ji van gotinên şaş bi dûr bisekinin."
Omer Çelik behsa "jina Kurd" kir û got: "Bikaranîna derbirînên biçûkkirinê di dema bikaranîna gotina "jina Kurd" li dijî nirxên me ne. Ev axaftin şaş û kirêt in. Em van nêzîkatiyên şaş û kirêt ên ku hemû jinên me û welatiyên me yên Kurd diêşînin, bi awayekî herî tund, ji kokê de qebûl nakin. Gotarên kînê yên bi teşeyê tinaz û henekan ti carî nayên qebûlkirin."
Çelik doza lêbihurînxwestinê kir û got: "Sererastkirina gotinên şaş û daxwaza lêbihurînê pêdiviyeke rêzgirtina li nirxên me ye. Divê her kes di mijarên bawerî, çand, nijad, nasname û zayendê de baldar be û zimanekî rêzmend bi kar bîne. Rûmet û nirxê hemû welatiyên me weke hev e."
3 DEMJIMÊR BERÊ