LI SÛRIYEYÊ EZMÛNÊN BEKELORIYAYÊ DEST PÊ KIRIN

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Li Sûriyeyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybet, di nav tedbîrên ewlehiyê de, ezmûnên refa 12ê (bekeloriya/lîseyê) ên xwendekarên rêbazên Hikûmeta Sûriyeyê dest pê kirin.

Xwendekar ji saetên sibehê ve ber bi navend û dibistanên diyarkirî yên ezmûnan ve çûn.

Di heman demê de, ezmûnên xwendekarên dibistanên Rêveberiya Xweser jî li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, serdaneke meydanî li navendên ezmûnên refa 12ê (bekeloriya/lîseyê) li bajarê Hesekê kir.

Li Kobaniyê jî, ezmûnên rêbazên xwendinê yên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê yên refa 12ê refên bi herdû beşên xwe zanistî û wêjeyî dest pê kirin.

Hevserokên Encûmena Cihbicihkar Ferhan Hac îssa, Mizgîn Xelîl û Hevseroka Desteya Perwerdeyê li Kobaniyê Şirîn Ebdî, serdana navendên ezmûnan kirin û serkeftin ji şagirtan re xwestin.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ