OCALAN: PÊDIVIYA ME BI RIHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ, PIŞTEVANIYA DEMOKRATÎK Û DÎTINEKE HEVPAR A PAŞEROJÊ HEYE:

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan peyamek ji 24em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re şand.

Ocalan di peyama xwe de behsa yekîtiyê kir û wiha got: "Mezinkirina lêgerîna Kurdan a ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e."

 Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:

"Welatparêzên hêja, nûnerên qedirbilind, mêhvanên birûmet;

Berî her tiştî ez 24. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi hestên xwe yên herî ji dil silav dikim û vê hevdîtina we ya bi wate û 27 salîya KNKyê pîroz dikim.

Di avakirin û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNKyê da, min jî ji aliyê xwe ve ked da û piştgirî lê kir. Li zindanê da be jî, gorî derfetan, min xebata we şopand û dem dem jî pêşniyazên xwe ji we re şandin.

Her nîqaşek ku li ser paşeroj, yekîtiya neteweyî, mafên demokratîk û vîna hevpar ya gelê Kurd tê kirin, di meşa dîrokî ya gelê me de xwedî cihekî girîng e.

Gelê Kurd îro di qonaxeke pir giring a dîroka xwe re derbas dibe. Kurdên ku bi sedsalan rûbirûyê polîtîkayên înkar, tinekirin, parçekirin û bêstatûbûnê hatîn hiştin, bi berdêlên mezin vîna xwe ya azadiyê parastin, şiyana xwe ya siyasî pêş xistin û bûn yek ji dînamîkên civakî yên herî girîng ên Rojhilatanavîn. Êdî ne pêkan e ku mirov qala hevkêşeyeke Rojhilata Navîn bike ku tê de Kurd neyên hesibandin û vîna wan tine bê zanîn.

Ev rastî ji bo Kurdan berpirsiyariyên nû jî tîne. Berî her tiştî, pêşxistina çanda diyalog, guftûgo û xebata hevpar di navbera Kurdan de erkekî dîrokî ye. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan ne armanceke ku tenê tevgerek, partiyek an jî aliyekî siyasî bi tena serê xwe pêk bîne. Ev yekîtî dikare bi keda hevpar ya hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û dînamîkên civakî yên Kurd ava bibe.

Yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan, ne nepejirandina cudahiyan e; berevajî vê, gihîştina cudahiyan e li ser zemîneke demokratîk. Armanc ne yekdengî ye, armanc ew e ku mirov di mijarên neteweyî yên hevpar de vîneke hevpar nîşan bide. Pêşxistina helwesteke hevpar di mijarên sereke yên ku berjewendiyên gelê me de ne, rênedana bikaranîna Kurdan ya li dijî hev û parastina destkeftiyên neteweyî bi hişmendiyeke hevpar, divê di nav prensîbên bingehîn yên yekîtiyê de bin.

Ji ber vê yekê, pêşxistina pêvajoyeke berfireh ya diyalog û danûstndinê di navbera Kurdan de xwedî giringiyeke mezin e. Rêya derbaskirina xeyidandin û veqetînên bihurî ne şer e; axaftin, nîqaşkirin û dîtina çareseriyên hevpar e. Fikra kongreyeke neteweyî ya demokratîk jî divê wekî derbirîna saziyî ya vê pêwistiyê bê dîtin.

Tevî vê yekê, paşeroja gelê Kurd tenê ne bi yekîtiya neteweyî ve girêdayî ye, di heman demê de bi têgihîştina civaka demokratîk ve jî girêdayî ye. Nêrîna civaka demokratîk bingeh digire ku pirsgirêk ne bi şer û tundûtûjiyê, belê bi siyaset, yasa û guftûgoya demokratîk çareser bibin. Ev nêrîn wekheviya gelan, demokrasiya herêmî, rêxistinbûna azad û jiyana hevpar diparêze.

Hilbijartina dîrokî ya li pêşiya gelê Kurd tenê nîqaşeke statûyê nîne. Mijara sereke ew e ku dê jiyaneke civakî ya çawa bê avakirin. Têgihîştina civaka demokratîk, azadiya gelê me bi azadiya gelên din re dinirxîne; armanca wê ne şer e jiyana hevpar e, ne parçekirin e yekîtiya demokratîk e.

Tişta ku îro pêdiviya me pê heye; rihê yekîtiya neteweyî ya bihêz di navbera Kurdan de, piştevaniya demokratîk bi gelên Rojhilatanavîn re û dîtineke hevpar ya paşerojê ye ku li ser bingeha azadiyê ava bibe ye. Ji ber vê yekê, mezinkirina lêgerîna Kurdan ya ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan ya hevpar e.

Bi van hest û ramanan ez civîna we carîke din silav dikim û hêvî dikim ku nîqaş û encamên ku dê derkevin holê, xizmeta yekîtî, azadî û paşeroja demokratîk a gelê me bikin.

Ez serkeftinê dixwazim û hemû beşdaran bi rêz silav dikim.

Abdullah Ocalan

Îmralî, 01.06.2026

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ