BAFIL CELAL TALEBANÎ: EZ JI PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA LI TIRKIYEYÊ GEŞBÎN IM
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di Foruma Delfiyê de sedemên paşxistina avakirina hikûmeta nû eşkere kir.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di paneleke taybet a duyem Foruma Aborî ya Dêlfiyê ya Silêmaniyê de ragihand, pêwendiyên wî yên telefonî bi Donald Trump û Ebas Eraqçî re gelekî baş bûne. Bafil Calela Talebanî got, Iraq û Herêma Kurdistanê dikarin wek Pakistanê rola navbeynkariyê bilîzin û bibin pirek di navbera welatan de, tevî ku nêrînên Amerîkayî û Îranî li ser hev cuda ne.
Der barê peywendiyên bi Tirkiyeyê jî re Bafil Celal Talebanî geşbîniya xwe bo "Pêvajoya Aştiyê" li wî welatî nîşan da û got ku ew Pêvajo berdewam e û serkeftî ye. Her wiha tekez kir ku wan hemû hewlên xwe dane ji bo serkeftina Pêvajoya Aştiyê li Tirkiyeyê û kêfxweş in ku pêwendiyên wan bi Tirkiyeyê re ber bi başbûnê ve diçin û wiha got: "Pêwendiyên me bi Tirkiyê re baş in û ez hêvîdar im ku em bi birayên xwe yên Tirk re têkiliyên xwe baştir bikin.
Der barê awayê birêvebirina Kurdistanê de jî Bafil Celal Talebanî got, “Ti kes hikûmeta berê naxwaze” û tekez kir, nabe hikûmetek weke hikûmeta berê were avakirin. Eşkere kir ku paşxistina pêkanîna hikûmeta nû bi hinek berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve girêdayî ye. Wî got ku pêwîstiya wan bi rêyeke nû ji Hewlêrê bo Bexdayê heye, ji ber ku Bexda daxwaz dike ku rêz li hikûmeta navendî were girtin, çawa ku rêzê li Herêma Kurdistanê digire.
Serokê YNKyê di wê baweriyê de ye ku derfetên baş ji bo avakirina paşerojeke baştir hene û divê Iraq bi temamî aram be. Bafil Celal Talebanî anî zimên ku ji bo aştiyeke mayînde divê bêhnvedan hebe û wan weke YNKyê hewl dane nakokiyan kêm bikin. Tekez kir ku her çiqas diyalog berdewam be, dê derfetên çareserkirina pirsgirêkan zêdetir bibin.
Duyem Foruma Aborî ya Navneteweyî ya Dêlfiyê îro Şemiyê li Silêmaniyê bi amadebûna Bafel Celal Talebanî û hejmarek ji biryarderên payebilind dest pê kir. Di Forumê de dê paşeroja aborî, mijarên enerjiyê û pirsgirêkên siyasî yên li herêmê bên nîqaşkirin.
3 DEMJIMÊR BERÊ